Rapirsî - Dengên Tifaqa Millet ji dengên Tifaqa Cumhur zêdetir in

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Lêkolînên Avrasya, dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê, %3 ji dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêk tê zêdetir in.

Lêkolînên Avrasya, encamên rapirsiya ku di navbera 9-14 Çileyê de li 26 bajaran bi 1260 kesan re kiriye eşkere kir. %35.6ê beşdarvanan dibêjin dê Tifaqa Millet di hilbijartinan de bi serkeve û %32.3 jî dibêjin dê Tifaqa Cumhur di hilbijartinan de bi serkeve.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bên kirin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê” hat kirin.

Piştî rêjeya kesên bêbiryar li ser partiyan bi yeksanî hatin belavkirin encam wiha derketin:

AK Partî: % 30.6

CHP: % 28.6

ÎYÎ Partî: % 11.3

HDP: % 11

MHP: % 5.8

Partiya DEVA: %5.6

Partiya Pêşerojê: % 1.5

Partiya Seadetê: % 1.1

Partiya Memleket: % 0.9

Partiya Demokrat: % 0.9

Partiya Karker a Tirkiyê: % 0.9

BTP: % 0.8

Yên din: % 1

Li gor encaman dengên Tifaqa Millet %39.9 in û dengên Tifaqa Cumhur %36.4 in.

Derbarê hilbijartinên serokkomariyê de, %55.1ê beşdarvanan dibêjin em dengê xwe nadin Recep Tayyip Erdogan û %33.4ê beşdarvanan dibêjin em ê dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan qeyrana aborî jî hatiye pirsîn. %100ê beşdarvanan dibêjin li Tirkiyê qeyrana aborî heye û %73.5ê beşdarvanan jî di wê baweriyê de ne ku li Tirkiyê qeyraneke aborî ya gelek mezin heye.