HDPê bersiva Ayhan Bîlgen da

20-01-2021
RÛDAW
Nîşan Saruhan Oluç HDP Ayhan Bîlgen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç li ser gotinên Ayhan Bîlgen ku gotibû “Li Tirkiyê pêwîstî bi raman û şêwazeke nû heye” ragihand, “Hêviya min ew e ramanên ku Ayhan Bilgen derdixe pêş piştgiriya desthilatê nekin.”

Wekîlê Serokê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç, li parlamentoyê konferanseke rojnamevaniyê saz kir û dawîn pêşhatên siyasî niraxandin.

Şaredarê berê yê Qersê Ayhan Bîlgen ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn û niha di zindanê de ye, duh li hejmara xwe ya Twitterê sînyala avakirina partiyeke nû dabû û gotibû, “Bîlgen li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kiriye û gotiye: “Li Tirkiyê pêwîstî bi raman û şêwazeke nû heye. Divê bingeha vê ya rewşenbîrî û civakî bê afirandin. Egera vê bo veguherandina partiyeke siyasî, girêdayî daxwaz û îmkanan e.”

Saruhan Oluç amaje bi rewşa Bîlgen kir ku di zindanê de bîr û boçûnên xwe aşkere dike û ev yek wek şermeke desthilatê binav kir û got, “Rexneyên wî hêz dide me, me mezin dike. Her rexne ji bo me nîqaşeke demokratîk e. Her raman û xwerexnekirin ji bo me giring e. Lê hêviya min ew e ku ramanên Ayhan Bîlgen derxistine pêş, piştgiriya desthilatê nekin. Ji aliyê desthilatê ve neyên bikaranîn.”

Duh, 19/01/2021 salvegera kuştina rojnamevan û rewşenbîrê Ermenî Hrant Dînk bû û Oluç amaje bi keysa bûyerî jî kir û got, “Heta niha 3 dozname hatine amade kirin. Di her doznameyê de kes û derdorên ku desthilatê pêwîst dîtiyê derxistine pêş. Di doznameya yekem de ciwanên netewperest, ya duyem de Ergenekon, ya sêyem de jî peywendiyên FETOyê derxistin pêş.”

Wekîlê Serokê Fraksyiona HDPê rexne li dadweriya Tirkiyê helwesta li hember vê dozê girtin û amaje bi wê kir, “Her dozname li gorî serdemê şekil danê. Lê 14e sal in encamek jê dernekeye. Hrant Dînk bi komployeke burokrasiya sivîl û leşkerî ku siyaset jî tê de hat qetilkirin. Çima 9 sal in karmendên dewletê tevî doze nekirine? Kê pêşî lê girt ku karmendên dewletê tevlî doze neyên kirin? Heta niha bersiva van pirsan nehatine dayîn.”

Li aliyê din ew daxuyaniya Ayhan Bîlgen ku di çarçova “Lêpirsîna Kobaniyê” de girtiye, di demekê de ye berî niha jî Bîlgen rexneyên tund li Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) girtibûn.

Bîlgen di rexeneyên xwe de amaje bi vê yekê kiribû ku “HDP Tirkiyebûneke berevajî dijî û mezinbûna di pêvajoya çareseriyê de mayînde hesibandibû û vê yekê jî wek serkeftineke şexsî nirxandibû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst