Selahedîn Demîrtaş: Ez neçar kirim ku daxuyaniyê bidim

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ragihand ku ew neçar maye daxuyaniyekêê belav bike li ser “êrişkariya medya desthilatê” û diyar dike ku erkeke exlaqî ye, her kes destê xwe dayne ser wijdana xwe û ji bo aştiyê bê cem hev.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş derbarê nîqaşa li ser pirtûka xwe daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Demîrtaş bi rêya parêzerên wî li ser hesaba wî ya Twîtterê hat belavkirin û Demîrtaş dibêje ew neçar maye ku wê daxuyaniyê belav bike “ji ber êrişkariya medya desthilatê ya li ser hêviyên aştî û demokrasiyê”.

Hevserokê berê yê HDPê di daxuyaniya xwe de gotiye ku her kesê ku daxwaza aştiyê dike weke ‘terorîst’ tê pênasekirin û li ser sedema vê yekê jî diyar kiriye, “Ji be rku pêwîstiya wan bi tabûtan heye ku xwe li pişt veşêrin. Pêwîstiya wan bi termên nûciwanên me heye ku ti lêkolînek li ser hejarî, bêkarî û gendeliyê neyê kirin.”

Selahadîn Demîrtaş dibêje, “Eger aştî çê bibe, mijarek namîne ku îstîsmar bikin û nikarin bi navê netewperestiyê civakê ji hev veqetînin û bi wî awayî deng bi dest bixin. Sedema kîn û kerba li dijî kesên daxwaza aştiyê dikin, ev e.”

Ji bo pêkanîna aştiyê jî Demîrtaş dibêje divê her kes destê xwe dayne ser wijdana xwe ku ew vê yekê weke ‘erkeke exlawî’ bi nav dike û radigihîne, “Mezintirîn proseya çareseriyê jî ew ku xelk ji bo demokrasiyê bên cem hev û dest bidin hev.”

Selahedîn Demîrtaş di daxuyaniya xwe de  êrişa li dijî hunermendê Kurd Ahmet Kaya bibîr dixe û dibêje ew şerm heta hetayê li ser wan kesan maye û dibêje, “Roj çû û dewran vegeriya û ‘rûmet’ û ‘nemerdî’ bo xwediyên wan man.”

Ev daxuyaniya Selahedîn Demîrtaş di demekê de ye, pirtûka bi navê ‘Devran’ a Demîrtaş weke şano li bajarê Stenbolê hatibû pêşandan û Pervîn Buldan , Hevseroka HDPê, Selvî Kilçdaroglu, hevjîna Serokê CHPê, Dîlek Îmamoglu, hevjîna Ekrem Îmamoglu, şaredarê Stenbolê, Canan Kaftancioglu, Seroka CHPê li Stenbolê, lîstîkvan Kadîr Înanir û herwiha Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş di merasîma nimayîşa wê şanoyê de amade bûbûn.

Nimayîşkirina pirtûka Demîrtaş weke şano û beşdariya hejmareke zêde ya berpirs û kesên diyar di wê merasîmê de, bûbû sedema nîqaşê li Tirkiyê.

Ew pirtûka Selahedîn Demîrtaş ku ji hejmareke kurte çîrokan pêk tê, sala 2019an hatibû belav kirin. Berî niha pirtûkeke din a Demîrtaş bi navê ‘Seher’ jî belav bûbû.