Wezîra Karên Derve ya Almanyayê diçe Tirkiyeyê: Rojev çi ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock dê sibe biçe serdana Tirkiyeyê û tê pêşbînîkirin ku rojev Sûriye û beşdarbûna Kurdan a pêvajoyê be.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock dê sibe here serdana Tirkiyeyê.
Di daxûyaniya wezaretê de li ser naveroka serdana Baerbockê ti zanyarî nehatiye dayîn lê tê pêşbînîkirin ku rojeva serdanê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê be.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê di rûniştina taybet bi Sûriyeyê ya Parlamentoya Federal a Almanyayê de diyar kiribû ku di pêvajoya nû ya Sûriyeyê de divê Kurd jî bên beşdar bin.
Her wiha Baerbockê gotibû Kurd li herêmê wekî Almanya beşek Hevpeymaniya Dijî DAÎŞê ne lê Tirkiye wan dike armanc.