HDP: Desthilat bi dijminahiya Kurdan li ser pêya ye

19-12-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Hevserokê sêyemîn partiya mezin a Tirkiye HDPê Mîthat Sancar, zêdeyî seatekê di dorpêça polîsan de asê ma
Hevserokê sêyemîn partiya mezin a Tirkiye HDPê Mîthat Sancar, zêdeyî seatekê di dorpêça polîsan de asê ma
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Şemaqa ku polîsekî avêtibû rûyê Ferhat Encû  yê parlamenterê berê û Hevserokê Şaxa Stenbolê ya HDPê, berdewam berdekan li dû xwe tîne. Hevserokên HDP û hejmarek parlementer tevî endamên partiyê xwest in li Kadikoya Stenbolê bi daxuyaniyekê helwesta xwe nîşan bidin, lê tedbîrên emnî yên tund rê neda û Mîthat Sancar demeke dirêj di dorpêça polîsan de hate rawestandin.

Hevserokê sêyemîn partiya mezin a Tirkiye HDPê Mîthat Sancar, zêdeyî seatekê di dorpêça polîsan de asê ma û rê nehat dayîn ku xwe bigihêjine baregegeha partiya xwe.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar  ji Rûdawê re got: “Li vir îradeya gel di dorpêçê de ye, dadwerî di dorpêçê de ye. Li vir demokrasî û hiqûq di dorpêçê de ye. Hevserokê partiyê nikare bigihîje nava partiya xwe. Hemû ew tiştên ku hun dibînin tirsa ji têkoşîna mezin ya demokrasiyê ye. Lê em ji vê têkoşînê paş de nayên. Em dê heta dawiyê bibin û em tu caran paş de gavan navêjin.”

Piştî ku polîsekî şemaqak li parlementerê berê yê Şirnexê û hevserokê HDP yê Stenbolê Ferhat Encû xist, ji nişkê ve mijareke nû li rojeva Tirkiye zêde bû. HDP daxuyand ku ew dê bi beşdariya herdû hevserokan daxuyaniyekê bidin û rewşê şermezar bikin. Lê derdora avahiya HDP ya Kadikoyê bi qasî du kêlometre çargoşe hatiye girtin.

Hevserokê berê yê HDPê Sezaî Temellî got: “Ew desthilat bi dijminahiya Kurdan li ser piya ye. Nîşandana vê dijminatiya xwe jî li tu deveran venaşêre û her berdewam e. Îro jî li vir ji bo ku tawanên xwe veşarên hemû hêza xwe anîne û lê bila herkes zanibe ku em serê xwe li ver fê hişmendiya faşîst natewînin û bila herkes vê yekê zanibe.”

Piştî ku Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan gihîşt navenda partiyê ragêşî û midaxaleya bi gazê destpê kir û hemû kesên ku dixwazin beşdarî çalakîyê bibin hatin destgîrkirin.

Parlementera HDPê Zuleyha Gulum jî got: “Bi avayekî eşkere ji polîsan re dibêjin hûn çi dixwazin hûn dikarin bikin. Dibên hûn rastî tu cezayî nayên û heta em dê we terfî bikin. Heta êvar wezîrê navxe vê yekê dibêje û polîs wiha têne parastin û pişta wan tê misdan.”

Daxuyaniya ku dixwast bê kirin ji ber ku medyakar ji cihê wê hatin dûrxistin bêyî rojnamevanan hate kirin û HDP li ser wê yekê rijd e ku dê tola wê şemaqê di sindoqan de bê hilanîn. Serokê CHP jî bi twêtekê dorpêça li dora Mîthat Sancar Şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst