Sancar bo Rûdawê: Ev dorpêç wêneyê Tirkiyê ye û dê hesabê bidin!

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo şermezarkirina êrîşa li dijî Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encû ku di meşa duh de polîsekî sîle li wî de dabû, endam, rayedar û alîgirên HDPê îro li navçeya Kadikoy a Stenbolê kom bûn, lê polîsan HDPyî dorpêç kirin û li gor zanyariyan gelek kes hatine desteserkirin. Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî ji Rûdawê re got: "Ev dorpêç wêneyê Tirkiyê ye û dê hesabê bidin! Ev hemû nîşaneya tirsa mezin a têkoşîna demokrasiyê ye."

Di meşa duh a li Kadikoy a Stenbolê de ya ji bo berdana nexweş û girtiyan, polîsekî êrîşî Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Ferhat Encû kir û sîleyek (şimaqek) li wî xist.

Li dijî wê êrîşa ser Ferhat Encû û ji bo şermezarkirina wê tevgera polîsan, Hevserokên HDPê Mithat Sancar û Pervîn Buldan tevî hejmarek parlamenterên partiyê û endam û alîgirên xwe li navçeya Kadikoy a Stenbolê li hev civiyan.

Bi armanca protestokirina rewşê, biryar bû li ber avahiya HDPê ya navçeya Kadikoyê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn, lê belê kombûna HDPyiyan rastî destwerdana polîsan hat û polîsan derdora avahiya HDPê ya Kadikoyê dorpêç kirin.

Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar, parlamenterên HDPê, nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn.

Çalakî bi hinceta "Biryara qedexeyê" ya Qeymeqamiya Kadikoyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Koma ku di nav de hevserokên HDPê Mithat Sancar û Pervîn Buldan û parlamenterên HDPê jî di nav de bûn, hatin dorpêçkirin.

35 kes hatin desteserkirin

Li pêşiya avahiya navçeyê ya ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, dirûşmên "Ferhat Encû rûmeta me ye" û "Zext nikare me bitirsîne" hatin gotin.

Piştre polîsan bi gaza bîberê destwerdan kir û hejmarek kes hatin desteserkirin.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, di nav wan de Ferhat Encû û Hevseroka HDPê ya parêzgeha Stenbolê Îlknur Birol jî di nav de nêzîkî 34 kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

"Ev sîle dê li ser sindoqan weke bersiveke mezin vegere"

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar jî ji Rûdawê re got, "Sedema bingehîn a helwesta êrîşkar a hikûmetê, hewldana bimîne li ser pêyan e."

Mithat Sancar got: “Ev dorpêç wêneyê Tirkiyê ye û dê hesabê bidin! Ev hemû nîşaneya tirsa mezin a têkoşîna demokrasiyê ye. Lê em dê tu carî ji vê têkoşînê paşde gav neavêjin, em dê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin. Em dê bersiva herî zelal li ser sindoqan bidin. Paşê jî em dê van hemû bêhiqûqiyên li pêşberî edaletê yek bi yek bipirsin.”

Sancar herwiha got: “Sîstemeke dadmendî dê were vî welatî û hemû berpirsyar û sûcdar dê li gorî rêgezên hiqûqê hesab bidin. Bila guman ti kes ji vê yekê nebe, ev astengî nikarin me bitirsînin. Sîleka ku duh hat avêtin dê li ser sindoqan weke bersiveke mezin vegere.”

Parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî ji Rûdawê re axivî û got: “Ev hikûmet difikire ku dikare bi kîn û nefreta li dijî Kurdan, şer, tecrîd, êrîş û zextan li ser pêyan bimîne û heta ku di hilbijartinên pêş de serbikeve û li ser rêya xwe berdewam be. Bi rastî bila êvarê li televîzyonê temaşe bike ka li vir çiqas têk çûne. Bi rêya HDPê hewl tê dayin ku tevaya welat bixin bin zextan.”