Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li parêzgeha Izmîrê ya Tirkiyê kaneke komirê herifî û di encam de 45 karker birîndar bûn.
Waliyê Izmîrê Yavuz Selim Koşger li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye ku li nêzîkê bajarokê Kinikê yê Izmîrê kaneke komirê herifiye û 45 karker birîndar bûne.
Waliyê Izmîrê di Twittekê de nivîsiye: “Dema kana komirê herifiye ti karkerek din bin de nemaye, hemû hatine derxistin û zerara canî jî nebûye, birînên birîndaran jî sivik in û metirsî li ser jiyana karkeran nîne, çareseriya pizîşkî li Nexweşxaneyên Dewletê yên Kinik û Bergamayê werdigrin.”
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Fatih Donmez jî ragihand ku di bûyera herifîna kana komirê de ti karkerekî canê xwe ji dest nedaye, rewşa tendirûstî ya birîndaran baş e û ti metirsiyek li ser jiyana wan nîne. Herwiha da zanîn ku tîmên wezaretê gehiştine cihê bûyerê û tedbîrên emnî wergirtine.
Li aliyê din Nûnerê Sendîkaya Karkerên Kana Komirê Başaran Aksu got: “Her çi rabighînin bê bingeh e, em rastiyan nizanin. Ne xuya ye çend karker birîndar in û çend kesan canê xwe ji dest dane, ji ber kompanyaya xwediyê kar bê deng e û ti daxuyaniyek nedaye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse