Erdogan daxwaza Rûsya ya têkildarî kuştina balyoz Karlov aşkere kir

20-12-2016
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Erdogan Rûsya Balyozê Rûsya Andrey Karlov Pûtîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Erdogan ragihand, armanc ji kuştina Balyozê Rûsyayê têkdana pêwendiyên navbera Enqerê û Moskowê ye û tekez kir, ku Rûsyayê daxwaz kiriye ku di lêkolînên taybet bi kuştina Andrey Karlov de beşdar bibe.

 

Şeva duşemiyê 19ê Kanûna 2016ê, Balyozê Rûsyayê yê li Tirkiyê ku di pêşangeheke wêneyan a li bajarê Enqerê de amade bibû, rastî êrişeke çekdarî hat û di encamê de hat kuştin.

 

Piştî bûyerê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn derbarê bûyerê de bi telefonê bi hev re axivîn.

 

Berdevkê Serokatiya Komara Tirkiyê Ibrahîm Kalin di daxuyaniyekê de ragihad, ku Erdogan di vê pêwendiya telefonî de, têkildarî bûyera êrişa li Enqerê ya li dijî balyoz Andrey Karlov zanyarî dan Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn.

 

Piştî wê pêwendiya telefonî, Erdogan di daxuyaniyeke televizyonî de, bûyera kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqerê şermezar kir.

 

Erdogan got: “Em hevxemiya xwe bo gelê Rûsya tînin ziman û kuştina Balyozê Rûsya şermezar dikin.”

 

Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir: “Armanca kuştina Balyozê Rûsya, têkdana pêwendiyên navbera Moskow û Enqerê ye, lê belê ti aliyek nikare astengiyan bo pêwendiyên navbera Rûsya û Tirkiyê çê bike.”

 

Recep Tayyip Erdogan amaje bi wê jî kir, ku Rûsya daxwaz kiriye di proseya lêkolînên derbarê kuştina Karlov de beşdar bibe û tekez kir, bo vê mebestê ew dê komîteyeke hevbeş a lêkolînê ya tirkî-rûsî, ji bo encamdana lêkolînên derbarê kuştina Balyozê Rûsya de pêk bînin.

 

Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn jî di daxuyaniya xwe ya televizyonî de heman tişt dubare kiribû û dabû xuyakirin, ku armanc ji kuştina balyozê wî welatî, têkdana têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst