FLAŞ - Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê jiyana xwe ji dest da

19-12-2016
RÛDAW
Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Gennadiyeviç Karlov ku îro li Enqerê rastî êrişa çekdarî hat
Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Gennadiyeviç Karlov ku îro li Enqerê rastî êrişa çekdarî hat
Nîşan Balyozê Rûsya Andrey Gennadiyeviç Karlov Tirkiye Enqere Êrişa çekdarî birîndar
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Gennadiyeviç Karlov ku îro li bajarê Enqerê ratsî êrişeke çekdarî hatibû û di encamê de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

 

Îro duşemî 19ê Kanûna 2016ê, li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê, Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Gennadiyeviç Karlov rastî êrişke çekdarî hat.

 

Li gorî zanyariyên destpêkê, Andrey Gennadiyeviç Karlov di encama vê êrişa çekdarî de bi giranî birîndar bû, û piştî êrişê, Karlov bilez bo nexweşxaneyê hate veguhastin. Lê belê piştre ji br giraniya birînê, li nexweşxaneyeke Enqerê jiyana xwe ji dest da.


Dema teqekirin li Balyozê Rûsya 


Hat zanîn, ku Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrey Gennadiyeviç Karlov, îro li Enqerê beşdarî merasîma vekirina pêşangehekê wêne û tabloyan li Navenda Hunerî ya Çagdaşê bû û piştî merasîma vekirinê, di pêşangehê de axavtinek pêşkêş kir.

 

Li gorî agahiyan, di dema pêşkêşkirina axavtinê de, Gennadiyevic Karlov rastî êrişa çekdarî hatiye.

 

Şahidhalekê bûyerê ji televizyona CNNturk re ragihand, dema ku Balyozê Rûsya di nava pêşangehê de digeriya, kesê êrişkar derbasî nav pêşangehê bû û destpêkê dest bi teqekirina hewayî kir, paşê kesên serdanker ji pêşangehê derxistin derê û piştre teqe li Balyozê Rûsya kir. Balyoz ji milê xwe bi giranî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

 

Şahidhalekê din jî ragihandiye: Kesê êrişker bi tirkî diaxivî. Got ez li vir sax dernakevim û hûn jî bi dernakevin.

 

Piştî bûyerê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi awayekê bilez gihîşt cihê êrişê.

 

Karlov 2 sal bû ku weke Balyozê Rûsya yê li Tirkiyê dest bi kar bibû.



 

Ji aliyekê din ve medyayên Tirkiyê û torên civakî wêneyek belav kirine, ku tê gotin, kesê êrişkar e.

 

Hêzên polîs û ewlehiyê yên Tirkiyê piştî êrişê, derdora avahiya Navenda Hunerî ya Çagdaş a li Enqerê dorpêç kirin û dest bi operasyonê kirin.

 

Hat ragihandin, ku kesê êrişkar di encama operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de hatiye kuştin.

 



Agahiyên zêdetir dê werin….

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst