Cêwiyên çiyager ên Belarûsî li bajarekî Tirkiyeyê winda bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Cêwiyên çiyager ên Belarûsî li Çiyayê Aladaglarê yê navçeya Çamardiyê yê parêzgeha Nîgdeyê ya Tirkiyeyê winda bûn.

Xwişkên cêwî Valentina û Maria Ivankova ji bo ku herin herêma Yedigollerê ya Aladaglarê 17ê Çiriya Paşîn bi rê ketin.

Piştî demekê agahî ji cêwiyan nehat wergirtin û li ser vê yekê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.

Ji bo dîtina cêwiyan tîmên AFADê û tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Cendirmeyan çûn herêmê.

Tîmên ku gihîştin herêmê ji bo dîtina cêwiyên çiyager ji erd û asman ve dest bi xebatên lêgerînê kir.