Ozgur Ozel: ​Em hilbijartinên pêşwext dixwazin

19-11-2024
RÛDAW
Nîşan CHP AK Partî Hilbijartinên Pêşxwet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe CHPyê de anî ziman, “Tayyîp here halê xelkê bipirse, heger tu nikarî em hilbiartinên pêşwext dixwazin.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel îro di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Ozgur Ozel li ser zêdekirina meaşê herî kêm daxwaza xwe ya herî kêm 30 hezar lîreyên Tirkî ducare kir.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di civînê de got:

“Heger bi rastî jî dilê Tayyîp Beg rake ez dixwazim wî bibim bazarên çar aliyê Tirkiyeyê. Bila guh bide derd û kulên malnişînan, kesên meaşê herî kêm distînin û esnafên bazarê.

Min li pirsgirêkên her kesî guhdarî kir. Pîrekê bi milê min girt û pirsî, 17 hezar lîre meaşê herî kêm gelek e, min got, na, wê got gelek e.

Pirsî, 12 hezar lîre meaşê malnişînan gelek e, min got, na, wê got, gelek e.

Min got, çi bûye xaltiyê, çima gelek e?

Wê got, zarokekî min ê astengdar heye. Alîkariya astengdaran 4 hezar lîreyên Tirkî ye. Dayîka min heye. Heqê lênihêrîna wê ya li malê 9 hezar lîreyên Tirkî ye.

Ez hewl didim ku bi 4 hezar lîreyên Tirkî debara malbata xwe bikim, bi 9 hezar lîreyên Tirkî li dayîka xwe binêrim, kirêya xwe bidim, zarokên xwe perwerde bikim, bi vî pereyî debara xwe bikim.

Ji min re got, vê bêje. Min soz da wê û min got, temaşe bike, ez dê bibêjim.”

“Em li benda sindoqê ne”

Ozgur Ozel her wiha anî ziman:

“Niha ez dipirsim, Tayyîp Beg dikare biçe bazarê? Ew dikare biçe? Dikare here bipirse ka dikandar çawa ye?

Ew dikare bi karkerekî re biaxive? Gelo Tayyîp Beg dikare biçe nava vî gelî û bipirse, hûn dikarin debara xwe bikin?

Heger nikare bipirse, wek wî gotî, heger nikaribe dakeve kolanan, dê biçe ser sindoqan û hilbijartinên pêşwext werin kirin.

Tayyîp Beg biçe nava zeviyan, li kargehan, li sûkê, biçe ji welatiyan rewşa wan bipirse, daxwaza helaliyê bike.

Heger tu nikarî, sindoq li wir e, em li benda sindoqê ne, em hilbijartinên pêşwext dixwazin.”

Di siyaseta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de nîqaşên li ser kirina hilbijartinên pêşwext didomin.

Gulana sala borî hilbijartinên giştî hatin kirin lê mixalefet ji ber rewşa xirab a aborî bangî desthilatê dike ku hilbijartinên pêşwext werin kirin.

Partiya desthilatê heta niha ne bi kirina hilbijartinên pêşwext re ye û dibêje dê hilbijartin dema xwe ya asayî, wate sala 2028an werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst