STENBOL - Berdana kujerê Hrant Dînk hat protestokirin

19-11-2023
RÛDAW
Berdana kujerê Hrant Dînk hat protestokirin
Berdana kujerê Hrant Dînk hat protestokirin
Nîşan Stenbol Hrant Dînk Ogun Samast
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser banga koma “Hevalên Hrant” li cihê ku rojnamegerê Ermenî Hrant Dînk hatibû kuştin dost û hevalên wî kom bûn û berdana kujerê wî şermezar kirin.

Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast piştî ku nêzîkî 17 salan di girtîgehê de ma 15ê Çiriya Paşînê hat berdan.

Berdana kujer bû sedema nerazîbûnan û li dijî biryarê xwepêşandan hatin kirin.

“Fermana kuştina wî da”

Hevalê Hrant Dînk Bulent Aydin anî ziman:

“Ji roja ku dozê dest pê kir ve me daxwaza darizandina tawanbarên rast kir. Ev ti carî nebû. Me got `hûn nikarin bi 3-5 tetîkkêşan ser vê dozê bigirin.

Kujerê temenê wî biçûk ê ku hatibû amadekirin di encamê de cezaya xwe qedand û derket.

Heta niha kesekî ku Hrant avête ber kujeran, ew hedef nîşan da û fermana kuştina wî da, di vê dozê de nehat darizandin.”

Serokê nû yê CHPyê jî li ser banga hevalên Hrant Dînk beşdarî xwepêşandanê bû û nerazîbûn nîşan da.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel got:

“Hêzeke tarî xwe bi ser me hemûyan de disepîne. Helbet herî zêde civaka Ermen diêşîne, xemgîn dike û ditirsîne.

Ew ji hemû aliyên opozîsyonê yên Tirkiyeyê re dibêjin, em li vê derê ne, eger pêwîst bike em dê li kujerên xwe jî xwedî derkevin.”

Rojnamegerê Ermenî Hrant Dînk roja 19ê Kanûna Paşîna 2007an li pêş Rojnameya Agosê ji aliyê Ogun Samastê 17 salî ve hat kuştin.

Dadgehê ji ber ku temenê wî di bin 18 salî de ye 22 sal û 10 meh ceza li Samast birî.

Samast roja 15ê Çiriya Paşînê ji ber “rewşa baş a di girtîgehê de” mafê “berdana bi kontrol” bi dest xist û hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst