ENQERE - Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê bi rê ve diçe

19-11-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Proje Pêşengeha Navneteweyî ya Geştyariyê Enqere
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - 6emîn Pêşengeha Navneteweyî ya Geştyariyê bi beşdariya 18 welatan û zêdetirî 200 kompanyayan li Enqereyê bi rê ve diçe.

Ergun Sezerê ji bajarê Qeyseriyê xwediyê kompanyeyeke ku bêhtir karê geştyariya tenduristiyê dike beşdarî pêşangehê bûye.

Hikûmeta Tirkiyeyê plan dike ku heta dawiya salê dahata geştyariyê bigihîne 56 milyar dolaran û herî kêm 60 milyon geştyar biçin Tirkiyeyê.

Bi vê armancê jî gelek çalakî û bernameyên cuda tên lidarxistin.

Yek ji wan jî Pêşengeha Navnateweyî ya Geştyariyê ye ku li Enqereyê tê lidarxistin.

Îsal ji 18 welatan û Tirkiyeyê nêzîkî 200 kompanya beşdarî vê pêşengehê bûn.

Sezer dixwaze ku geştên esmanî di navbera Qeyserî û Hewlêrê de dest pê bikin.

“Ji bo geştên esmanî yên di navbera Qeyserî û Hewlêrê de hewldanên cidî hene”

Serokê kompanyaya Uzdentê Ergun Sezer got:

“Bi saya Parêzgarê Qeyseriyê Birêz Gokmen Çîçek em ji bo ku geştên esmanî yên di navbera Qeyserî û Hewlêrê de dest pê bikin di nav hewldaneke cidî de ne.

Înşalah di demeke nêzîk de em dê bigihêjin encamê, eger ev yek pêk were dê di berjewandiya her du aliyan de be.”

Di pêşangehê de ji bilî kompanyayên taybet, saziyên fermî yên welatên cuda cuda jî beşdar bûn.

Yek ji wan jî Saziya Rayzenê Ferhengî yê Îranê bû ku zêdetir li ser mîrateya dîroka Îranê dixebite.

Serokê Saziya Mîrateyên Dîrokî ya Îranê Hesen Mihemedî Edîb anî ziman:

"Hatina xelkê Îranê yê Tirkiyeyê zêdetir ji bo ger û danûstandin û bazirganiyê ye.

Geştyarên ku ji Îranê tên ji bo xizmetên tenduristiyê nayên, ji ber ku li Îranê sîstemeke pêşketî ya nexweşxaneyan heye.

Xelkê me dikare hemû çareseriyên bijîşkî li Îranê peyda bike.”

“Em nexweşan tînin Tirkiyeyê”

Serokê Atmanî Grûpê Adem Atmanî wiha axivî, “Em li ser nexweşxaneyan kar dikin.

Em ji welatên cuda cuda yên Ewropayê ji Rusya, Ukrayna, Sûriye, Ebu Dabiyê û ji welatên Rojhilata Navîn nexweşan tînin Tirkiyeyê.

Em îro hatine pêşangehê û baş e û xweş derbas dibe.”

Berpirsa Reklamê ya Kompanyaya Megayê Aleyna Karayê got, “Hatine me ya vê pêşangehê ji bo me gelekî baş bû.

Di rojên destpêkê de me dizanî ka em dê çawa kar bikin lê niha êdî me sîstem nas kir û em sûdeke baş dibînin.”

Berpirsa Karên Çandî ya Balyozxaneya Srî Lankayê Tavîşa Molagamgudayê diyar kir:

“Yekem car e ez beşdarî vê pêşangehê dibim, ji ber ku min li Balyozxaneya Srî Lankayê îsal dest bi kar kiriye.

Srî Lanka salên berê jî beşdarî pêşangehê dibû. Em derbarê geşepêdana pêwendiyan de geşbîn in.”

Piraniya welatên ku beşdarî pêşangehê bûne, welatên Asya, Afrîka û Rojhilata Navînê bûn.

Ji Ewropayê tenê Almanya bi kompanyayeke xwe amade bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst