Di civînên budceya Tirkiyê de li ser maddeyên hişber alozî derketin

19-11-2022
Ferdî Sak
Di civînên budçeya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de li ser maddeyên hişber alozî derketin
Di civînên budçeya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de li ser maddeyên hişber alozî derketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di civînên budçeya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de li ser maddeyên hişber alozî derketin.

Civîn û gotûbêjên derbarê budçeya 2023ê yên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de roja 18ê Mijdara 2022ê destpê kirin. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman li Komîsyona Budçe û Planê derbarê budçeya sala bê û ya îsal de, zanyarî dan aliyên siyasî. Lê parlamenteran wezareta navxwe û awayê rêvebirinê wê rexne kirin. Parlamnterê CHPê Engîn Ozkoç li ser zêdebûna bazirganî û bikaranîna maddeyên hişber û spîkirina pereyên reş rexne li Suleyaman Soylu girtin.

Parlamanterê CHPê Engîn Ozkoç got: “Civîna Wezîrê Navxwe ligel bazirganên maddeyên hişber û kokaînê ne asayî ye. Binêrin ez niha nîşan bidim. Kesê bi milyar dolar pereyên krîpto reviya ye derveyî welat ligel Suleyman Soylu ye. Binêrin Suleyman Soylu ligel Abdulhamît Burak Aykut e ku bi maddeyên hişber hatiye destserkirin. Binêrin niha jî nîşan didim Suleyman Soylu ligel Kûrşat Ayvaroglu ye ku di otomobîla xwe de maddeyên hişber bikar dianîn. Niha jî binêrin Suleyman Soylu ligel xwediyê balafira ku li Brezîlyayê tê de 1.3 ton maddeyên hişber hatiye girtin, Şehmuz Ozkan  e.”

Van gotinan Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê aciz kir. Bi sivikayetî û dijûnan bersiva parlamenterê CHPê da. Piştre îdiayên CHPê red kirin û behsa rûbirûbûna maddeyên hişber kir.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: “Di 10 mehên sala 2022ê de di 200 hezar operasyonan de, derbarê 255 hezar kesan de karûbarên yasayî hatine destpêkirin. 23 hezar û 419 gumanbarên maddeyên hişber hatine desteserkirin. Di sala 2016an de di girtîgehan 36 hezar kes ji ber maddeyên hişber girtî bûn, ez hejmara îro bibêjim; 119 hezar 134 kes.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dibêje li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara girtiyên maddeyên hişber bi awayekî navendî salane ji 7 hezar û 816 kesan bo 23 hezar û 419 kesan zêde bûye, mirina ji ber madeyên hişber di sala 2017ê de 941 bû, lê ew hejmar di 2021ê de bo 270 kes kêm bûye. Rêjeya tawanên maddeyên hişber jî ji sedî 30 kêm bûye. Rêjeya  herî kêm carekê bikaranîna maddeyên hişber di nav kesên temen 15-64 salî de jî ji sedî 3 ye.

Lê li gor raporeke Rêveberiya Ewlekariyê ya Tirkiyê rêjeya dest danîna ser metamfetamînê ku yek ji corên berbelav ên maddeyên hişber e, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2020ê de li gor sala berî wê 4 qat zêdetir bûye. Di 7 mehên destpêka îsal de dest bi ser 8 hezar û 600 kîlogramên wî maddeyê de hatiye girtin. Sala 2015ê tenê li 54 parêzgehan dest bi ser wê maddeya hişber de hatiye girtin, lê di sê salên dawî de li 81 parêzgehan belav bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst