Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di civîna Komîsyona Budçe û Planê ya Parlamantoya Tirkiyê de 4 şaredariyên Partiya Gel a Komarî (CHP) bi alîkarîkirina rêxistinên terorê tohmetbar kirin û got, “Ez dê heftiya bê alîkariya wan a bo rêxistinên terorê bi daxuyaniyekê çapemeniyê eşkere bikim.” Cîgirê Serokê CHPê Seyît Torun jî bi tundî bersiva Soylu da û got, “Eger tu eşkere nekî tu nemerdî. Tiştên ku te heta niha ragihandine hemû di çala derew û bêbextiyan de mane.”
Civîn û gotûbêjên derbarê budçeya 2023ê yên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê duh roja 18ê Mijdara 2022ê destpêkirin û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê li Komîsyona Budçe û Planê derbarê budçeya sala bê ya û îsal a Wezareta Navxwe de, zanyarî dan aliyên siyasî û parlamenteran.
Lê di civînê de di navbera parlamenterên CHP û HDPê û Wezîrê Navxwe de alozî û nîqaş derketin. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di civîna Komîsyona Budçe û Planê ya Parlamantoya Tirkiyê de 4 şaredariyên Partiya Gel a Komarî (CHP) bi alîkarîkirina rêxistinên terorê tohmetbar kirin.
Suleyman Soylu deftereke ku li ser “Lêpirsînên Şaredariyan yên Terorê” hatibûenivîsîn bilind kir û ji parlamenterên CHPê re got: “Qet ne hewece ye em kesekî tohmet bar bikin. Ez dê heftiya bê ka şaredariyan çawa alîkarî dane rêxistinên terorê bi daxuyaniyekê çapemeniyê eşkere bikim. Bi hemû belegeyan ez dê di serî de alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Mêrsîn, Edene û Ataşehîrê û hemû şaredariyan bo terorê eşkere bikim.”
Soylu beşek ji kesên li Şaredariyên CHPê hatine damezrandin kirin armanc û ew bi endamtiya PKKê tohmetbar kirin û got: “Hem tê lihev bikî û endamên HDP û PKKê li şaredariyan damezrînî, hem jî tê bibêjî tawanbarê vê Wezareta Navxwe ye. Tiştekî wiha nîne.”
Cîgirê Serokê CHPê Seyît Torun jî di daxuyaniyeke çapemeniyê de bi tundî bersiva gotin û îdiayên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê da û got, “Eger tu eşkere nekî tu nemerd î. Tiştên te heta niha ragihandine hemû di çala derew û bêbextiyan de man e.” Torun ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê re dibêje: “Eger roja wê hat dê du gotinên vî gelî bo te hebin. Heta wê demê çi ji destê te bê bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse