Komeleya Piştgiriya Bo Jiyanê: Li Tirkiyê zarok birçî ne û ewlekariya wan nîne

19-11-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Piştgiriya Bo Jiyanê bi helkefta 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Gerdûnî ragihand ku li seranserî Tirkiyê zarok birçî ne û ewlekariya wan nîne û divê bilez bo derbaskirina vê yekê tevgerek bê kirin.

Komeleya Piştgiriya Bo Jiyanê derbarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê yekê dide ku li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin a zarokan hejarî ye.

Komeleya navborî di daxuyaniya xwe de dibêje, ligel ku 196 welatan Peymana Mafên Zarokan îmze kirine lê krîza aborî, şer û krîza keş û hewayê bandoreke zêde ya nerênî li zarokan dike û li 111 welatan nêzîka 1.2 milyar mirov rûbirûyê hejariyê ne ku ji wan 593 milyon zarok in. Herwiha eger rê li ber vê rewşê neyê girtin heta dawiya sala 2022ê li cîhanê 8.9 milyon zarokên din dê neçar bibin kar bikin.

Li gor amarên fermî li seranserê Tirkiyê %44.3ê zarokan di metirsiya hejariyê de ne ku ev rêje li welatên Ewropayê %23.6 e. Herwiha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê %33.7ê zarokan pêwîstiyên wan ên germbûnê, paqijiyê û xwarinê nayên dabînkirin. Ji ber hejariyê neçar dimînin kar bikin û ji perwerdê qût bibin. Niha herî kêm 720 hezar karkerên zarok hene ku temenê wan di navbera 5 û 17 salî de ye.

Ligel hejariyê li Tirkiyê pirsgirêkeke din a sererkî jî zewicandina zarokan e. Li gor amaran di sala 2021ê de 13 hezar û 909 zarok hatine zewicandin ku ji wan 13 hezar û 139 zarokên keç in.

Di sala 1954an de roja 20ê Mijdarê bi armanca balkişandina ser mafên zarokan wek Roja Zarokan a Gerdûnî hat ragihandin. Sala 1959an de jî li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Beyannameya Mafên Zarokan û di sala 1989an de jî Peymana Derbarê Mafên Zarokan de hatiye qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst