Parlamenterê HDPê: Demên borî destekî tarî yê dewletê di provakasyonan de hebûye

19-11-2022
RÛDAW
Parlamenterê HDPê: Demên borî destekî tarî yê dewletê di provakasyonan de hebûye
Parlamenterê HDPê: Demên borî destekî tarî yê dewletê di provakasyonan de hebûye
Nîşan HDP Teqîna Îstiklalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Teqîna li cadeya Îstîklal a Stenbolê îro dikeve roja 7ê lê hîn jî nezelaliyên derbarê teqînê de li wî welatî cihê pirsê ne. Tirkiye bi pêdagirî hêzên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi pêkanîna teqînê tohmetbar dike lê YPG red dike û vê îdiaya Tirkiyê jî wek hinceteke êrîşeke wî welatî bo ser Rojavayê Kurdistanê dibîne. Parlamenterê HDPê Garo Paylan di civîna budçeya sala 2023an a Wezareta Navxwe de diyar kir ku demên borî destekî tarî yê dewletê di provakasyonên wiha de hebûye û gotinên piştî teqînê yên Wezîrê Navwxe Suleyman Soylu bi bîr xistin û got, “Hewl dide hincetan bo operasyoneke nû çêbike.”

Parlamenterê HDPê Garo Paylan anî ziman, “Demên borî destek tariyê yê di nav dewletê  de  di provakasyonên wiha de  hebûye. Suleyman Soylu dibêje ji Kobanî ferman hatiye. Çima ez bibêjim.  Berê jî Serokê Îstxbaratê Hakan Fîdan  digot em dê biçin aliyê din ê sînor û çend mûşekan biavêjin û hincetan ji bo operasyona derveyî sînor çêbikin. Îro jî birêz Soylu bi gotina ji Kobanî ferman hatiye hewl dide hincetan bo operasyona derveyî sînor çêbike.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî roja Înê li cihê teqînê YPG tohmetbar kir û bi vî awayî bersiva pirseke li ser operasyoneke nû ya welatê xwe li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê da.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, “Operasyonên me ti carî xilas nabin. Çi li Iraqê çi jî li Sûriyê em li ser nêçîrkirina terorîstan berdewam in. Bi operasyonên xwe yên taybet, çi ên îstîxbaretê, çi jî ên hêzên ewlekariyê li dijî PKKê û YPGê berdewam dibin.”

13ê vê mehê jina bi navê Ehlam El Beşîrî canteyekê ku bombe têde bû danî Caddeya Îstîklal a Stenbolê û di encama teqîna wê de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Lê  El Beşîrî di îfadeya xwe ya li dadgehê de got wê nedizanî bombe di wî çanteyî de hebûye û gef li wê hatine xwarin daku wî canteyî li wir deyne.  Heta niha derbarê  bûyerê de  17 kes hatine girtin û 25 koçberên Sûrî jî hatine dersînorkirin. Ev di demekê de ye piştî Ehlam El Beşîrî  gumanbarê sereke yê teqînê  Bilal Hassan e û heta niha jî nehatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst