Rapirsiya Avrasya: CHP partiya yekem e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Lêkolînên Avrasyayê, dengên CHP yekem car ji yê AKPê zêdetir bûn û hemû berbijêrên serokomariyê li hember Serokomar Recep Tayyip Erdogan Erdogan bi ser dikevin.

Lêkolînên Avrasyayê, encamê rapirsiya berî 15 rojan li 26 bajaran bi hezar û 260 kesan re hatiye kirin eşkere kir.

Li gor rapirsiyê %62.3yê beşdarvanan dibêjin qeyraneke aborî ya mezin heye û %25.7 jî dibêjin qeyrana aborî demkî ye. %3.2yan dibêjin qeyrana aborî tine û %6.8 jî dibêjin em nizanin qeyrana aborî heye an tineye. Herwiha %64ê beşdarvanan dibêjin em bawer nakin desthilata AK Partiyê qeyrana aborî çareser bike û %17.9 jî dibêjin dê desthilata AK Partiyê qeyrana aborî çareser bike.

%77.1 dibêjin berpirsê qeyrana aborî Erdogan e û %74.6 jî dibêjin Erdogan aboriyê xirab bi rêve dibe.

Li gor rapirsiyê %64.3yê beşdarvanan dibêjin pêwîst e hilbijartinên pêşwext bên kirin û %25.9an dibêjin hilbijartinên pêşwext ne pêwîst in û %9.8an jî dibêjin em bêbiryar in.

Li gor rapirsiyê yekem car CHPê bû partiya yekem û dengên partiyan wiha ne:

CHP: %30.1

AK Partî: %28.4

ÎYÎ Partî: %11.9

HDP: %10.3

MHP: %7.3

Partiya Deva: %5.9

Partiya Pêşerojê: %2.6

Seadet: %1.2

Yên din: %2.3