Bulent Arinç: Dibe Demîrtaş bê berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Şêwirmendî ya Bilind a Serokomariya Tirkiyê Bulent Arinç rexne li berdewamiya girtina Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş girt û got, “Dibe bê berdan.”

Bulent Arinç di dema beşdariya xwe ya di bernameyeke televîzyonî de, behsa keysa derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş kir ku 4 sal in li bajarê Edîrneyê girtî ye.

Arinç ku yek ji damezrînerên AK Partiyê ye, di wê bernameyê de behsa pirtûka Demîrtaş jî kir û got, “Min pirtûka Devran xwend, dibe hizra we derbarê Demîrtaş de neguhere lê hûn dê têbigihijin ka Kurdan çi jiyaye, dibe derbarê Kurdan de fikra we biguhere.”

Di dewama axaftina xwe de Arinç derbarê keysên Demîrtaş û karsaz Osman Kavala ku ew jî 3 sal in girtî ye axivî û got, “Dema min ew dozname xwendin min îsyan kir. Min gotibû zarok jî van nanivîsin, min xwestibû cube li xwe bikim. Ez matmayî me li hember girtina Kavala, dibe Demîrtaş jî bê berdan.”

Derbarê pirsa Kurd de jî Arinç dibêje, “Yek ji mezlûmên vî welatî Kurd in. Bûyerên sala 1980an li Zindana Amedê, paşê divê em hemû ji çîrokên “Devran” bixwînin. Di proseya çareseriyê de hinek kes hatibûn berdan. Dibe ev jî bê berdan. Divê dadgeh, dadger azadîxwaz bifikirin.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li zîndana bajarê Edîrneyê girtî ye.