Termê Parêzgarê Hewlêrê ji Enqerê ve bo Başûrê Kurdistanê hat birêkirin

19-11-2020
RÛDAW
Îro li Hewlêrê bi merasimeke fermî pêşwazî li termê Dr. Firset Sofî tê kirin û paşê li Goristana Şêx Ehmed tê veşartin.
Îro li Hewlêrê bi merasimeke fermî pêşwazî li termê Dr. Firset Sofî tê kirin û paşê li Goristana Şêx Ehmed tê veşartin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amadekariyên ji bo vegerandina termê Firset Sofî, Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî bi dawî bûn û îro demjimêr 09:30 bi dema Hewlêrê, termê wî ji Enqere ya paytexta Tirkiyê ve bo Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hat birêkirin. Li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê bi merasimeke fermî pêşwazî li termê Firset Sofî tê kirin û dê li goristana Şêx Ehmed a bajarê Hewlêrê bi axê bê spartin.

Îro Pêncşemî 19ê Mijdarê, termê Dr. Firset Sofî ji Nexweşxaneya Memorial a Enqerê bo Balafirxaneya Esen Boga ya Enqerê hat veguhastin û di demjimêr 09:30an de bi firokeyeke taybet, termê wî ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat şandin.

Beşek ji xizm û û malbata Dr. Firset Sofî, herwiha ofîsa serekî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê û herwiha beşa kargêrî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Enqerê, ji duh ve dest bi amadekariyên ji bo birêkirina termê wî kiribûn.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Enqerê, Şewket Herkî ku di dema birêkirina termê parêzgarê koçkirî yê Hewlêrê de li Balafirxaneya Enqerê amade bû, ragihand ku bi amadebûna malbat û kesûkarên Dr. Firset li Balafirxaneya Esen Boga ya Enqerê, herwiha amadebûna Balyozê Iraqê yê li Enqerê Hesen Cenabî û nûnerên beşa peywendiyan a Wezareta Derve ya Tirkiyê li beşa VIP a balafirxaneyê, termê Firset Sofî bo Hewlêrê hat birêkirin.

Reşîd Sofî, birayê Dr. Firset Sofî ku di dema birêkirina term de li Enqerê amade bû, ji Rûdawê re ragihand, Dr. Firset tenê kesê wan nebû, lê yê tevahiya xelkê Kurdistanê bû.

Biryar e li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê bi merasimeke fermî pêşwazî li termê Dr. Firset Sofî bê kirin. Di merasimê de Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Rêwaz Fayeq, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û hejmarek berpirsên din ên hikûmetê û partiyên siyasî amade bibin.

Pitî merasima pêşwaziyê, termê parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî dê li goristana Şêx Ehmed li bajarê Hewlêrê bi axê bê spartin.

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst