Civîna Erdogan û Scholz: 'Em ji bo çareseriya 2 dewletî dixebitin’

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Almanya Olaf Scholz diyar kir ku ji bo şerê Xezeyê bi dawî bibe ew ji bo çareseriya 2 dewletî kar dikin.

Şêwirmendê Almanya Olaf Scholz piştî hevdîtinên doh ên bi Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro li Enqereya Tirkiyeyê bû.

Olaf Scholz li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.   

Piştî civînê Erdogan û Olaf Scholz konferansa rojnamegeriyê ya hevpar li dar xist.

Di konferansa rojnamegeriyê de şerê Îsraîl û Hemasê û êrişên îsraîl yên li ser Libanê û rewşa penaberan hatin nirxandin.

“Qirkirin li Xezeyê berdewam dike”

Erdogan di konferansa rojnegeriyê de got:

"Di navbera du hêzên mezin de di her qadê de têkiliyên me yên bi hevalbendê me yê NATOyê Almanyayê re xurt in.

Em dixwazin di warê temînkirina berhemên pîşesaziya parastinê da hin pirsgirêkên ku berê hebûn li pey xwe bihêlin.”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de behsa Şerê Xezeyê jî kir û wiha got:

"Qirkirina ku Îsraîl li Xezeyê pêk aniye û ji aliyê Îsraîl ve hatiye kirin berdewam dike.

Mixabin trajediya mirovî ya li herêmê dewam dike.

Wekî ku min berê jî gelek caran diyar kiriye, pêwîst e em wekî civaka navneteweyî bi hemû hêza xwe hewl bidin ku agirbesteke mayînde misoger bibe.

Em hêvî dikin ku hemû aktorên siyasî yên xwedî wijdan û dûrbîn bibin xwedî însiyatîf û ji polîtîkayên êrîşkar ên Îsraîlê re bibêjin 'bes e'

Wekî Tirkiye em dê xebatên wijdanî bidomînin.”

“Em ji bo çareseriya 2 dewletî dexebitin”

Scholz ji Erdogan re diyar kir ku di derbarê Îsraîlê de bi Tirkiyê re nerînên cuda hene û wiha got:

"Êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîn sûcekî tirsokî bû. Mafê her aliyekî heye xwe biparêze.

Çareseriya 2 dewletî hem dê ji bo Filistîniyan û hem jî ji bo Îsraîlê baş be. Em di vî warî de dixebitin.

Divê beriya her tiştî agibest pêk were û rewşa metirsîdar a mirovî bi dawî bibe.”

“Deriyê me ji penaberên ji Sûriye û Libnanê re vekiriye”

Recep Tayyîp Erdogan li ser penaberên ji Sûriye û Libnanê jî wiha got:

 “Ji Sûriyeyê destpêkê derdora 4 milyon koçber hatin welatê me. Niha jî nêzîkî 3 milyon û nîv koçberên Sûriyeyê li welatê me hene.

Em niha jî mazûvaniya wan dikin. Di dema birêz Merkel de li ser wê mijarê hevdîtinên me û hevkarî û alîkariyên me ji bo hev hebûn û me ew pêvajo bi hev re meşand.

Di demeke wiha ya şer de ku koçber bêne Tirkiyeyê ku di nav wan de koçberên ji Libnanê jî hene.

Bi taybet li Libnanê birayên me yên Tirkmen hene bê gûman em dê wan birayên xwe yên Turkmen wergirin û deriyê me ji wan re vekiriye.”