Kirmizigul îsyan kir: Xerabî li her derê ye!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mahsun Kirmzigul Tirkiye Rexne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermedê Kurd Mahsun Kirmizigul, rexneyên tund li rewşa niha ya Tirkiyeyê kir û got, “Mirov li hemberî kîjan kêmasiyê serî hilde her kêm dimîne, xirabiyan çar aliyên me dorpêç kirine.”

Hunermendê navdar ê Kurd Mahsun Kirmizigul li ser hesabê xwe yê medyaya civakî rexneyên tund li pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê kirin.

Mahsun Kirmizigul di peyama xwe de, bal kişand ser mijarên civakî yên wekî "xizanî, bêedaletî, tundî, kuştina jinan û îstîsmara zarokan".

Kirmizi wiha got:

“Xirabiyan çar aliyên me dorpêç kirine.

Ji aliyekê ve bavên birûmet ên ku ji ber nikarin kincên dibistanê ji zarokên xwe re bikirin û xwe dikujin û li aliyê din jî yên ku ji bo xatirê pereyan her cure xerabiyan dikin...

Zarok ne ewle ne, jin di nava tirsê de ne, ajel rastî zilmê tên.

Hinek kes li ber dibistanan madeyên hişbir difroşin, her roj jin tên qetilkirin, çeteyên mafya li kolanan terorê dikin...

Bazirganên olî yên ku hesreta tarîtiya Serdema Navîn dikin û siyasetmedar bi baronên madeyên hişbir re mil bi mil dimeşin...

Li aliyekê xelk birçî ye, li aliyê din diz bi gendeliyê dewlemendiya xwe zêde dikin...

Keçên bêguneh ên ku li sêwîxanan neçarî fihûşê tên kirin, bijîşkên ku ji bo quruşekî dibin sedema mirina pitikan...

Mirov li hemberî kîjan kêmasiyê serî hilde her kêm dimîne, xirabiyan çar aliyên me dorpêç kirine.

Ev rizandin ketiye nav damarên kûr ên civakê...

Eger hiqûq neyê vejandin, siyasetmedarên paqij dernekevin ser dikê, kesên ku bê tirs peywira xwe pêk neynin, kes nikare vî welatî ji vê rewşê derxîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst