Hewlêr (Rûdaw) - Rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê “Çeteya Yenîdogan” e û tê îdiakirin ew bûne sedema mirina 12 pitikan û di warê tenduristiyê de karên nelirê kirine.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê li ser lêpirsînê da zanîn, ew pêvajo meha Gulana 2023yan hatiye destpêkirin û heta niha didome.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu li ser lêpirsînê got:
“Ji bo hinek kes û yekîneyan ceza hat dayîn lê hîn jî pêvajoya hiqûqî, dozgerî û lêpirsînê berdewam dibe.
Dibe ku cezayên cuda jî werin dayîn. Li nexweşaneyan girtina yekîneyan çêbû û ceza hat dayîn.
Ji ber ku pêvajoya edlî didome ez nikarim zêde tiştekî bêjim.”
“47 bêwîjdan”
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî ragihand ku ew wezaretên Dadê û Tenduristiyê zêdetirî salekê ye vê çeteyê dişopînin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser mijarê da zanîn:
“Li ser 47 bêwîjdanan ku ji bo qezenca neheq bi dest bixin jiyana pitikên me tine hesibandine 16ê mehê îdianame hat amadekirin.
Derheqê van gumanbaran de ku ji wan 22 kes girtî ne pêvajoya darizandinê dest pê kiriye.
Lêpirsîn piralî û bi hûrgilî tê kirin.”
Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ragihand ku wan li ser bûyerê lêkolîn daye destpêkirin û got:
“Bûyera çeteya ji nû ji dayîk bûne ku jê re tê gotin yenidogan yek ji encamên dijwar ên veguherîna bazara di tenduristiyê de ye.
Çareserî jî di sîstemeke giştî, wekhev, bêberamber û bikalîte ya tendirûstiyê de ye.”
Di çarçoveya lêpirsînê de rûxseta Nexweşxaneya Taybet a Reyapê hat betalkirin û Wezareta Tenduristiyê dibêje, 2 nexweşxaneyên din ên li Stenbolê bi heman îdiayê Gulana îsal hatibûn girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse