Li Deryaya Spî erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro saet 10:08an li Deryaya Spî erdhejek çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,8 pile bûye.

Her wiha hat tespîtkirin ku kûrahiya wê jî 11,32 kîlometre bûye.