Fezlekeya Heval Bozdag ji Wezareta Dadê re hat şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Fezlekeya rakirina parêzbendiya Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Heval Bozdag ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re hat şandin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê berî çend rojan îdia kiribû ku “Heval Bozdag bi otomobîla xwe xwestiye du endamên PKKyê ji sînor derbas bike.”

Partiya Çepên Kesk jî ragihand ku tiştekî wiha nîne û du kesên bi hinceta “endamtiya PKKyê” hatine girtin endamên meclîsa ciwanan ên partiya wan in.

“Tê nirxandin endamên PKKyê bin”

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser mijarê got:

“Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna çalakiya birina du kesên ku tê nirxandin endamên PKKyê bin derbarê Parlamenterê Heyama 28emîn Heval Bozdag de bi îdiaya 'endamtiya rêxistina terorê' fezleke amade kir û ji Wezareta Dadê re şand.”

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di daxuyaniya xwe de angaşt ku Heval Bozdah hewl daye wan du kesan ji Enqereyê bibe navçeya Bazîdê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê.

Rastiyan berovajî dike”

Li aliyê din, Partiya Çepên Kesk ev angaştên Serdozgeriyê red kirin û da zanîn:

“Wezareta Karên Navxwe rastiyan berovajî dike û operasyona xapandinê dike. Kesên hatine desteserkirin Endamê Meclîsa Ciwanan Ronahi Tunç û Endama Meclîsa Partiyê Hazal Karabey in.

Ji bo xebatên me yên kongreyê bi parlamenterê me Heval Bozdag re ji Enqereyê çûbûn Agiriyê.

Dema hatin desteserkirin hevalên me ev rewş ji wan re got. Piştî wergirtina îfadeyan li dadgehê destpêkê hatin berdan lê wan nehiştibû ji dadgehê derkevin.

“Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin”

Piştre li ser îtirazê bi awayekî neheq hatin girtin. Daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe destwerdana darazê ye û operasyona xapandinê ye. Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin.”