BALIKESÎR - 13 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Stenbol û Balikesîrê yên Tirkiyeyê û parêzgehên Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê 13 kes hatin desteserkirin.

Ev 13 kes bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê, bi hinceta “alîkariya PKKyê” hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê, bi hinceta “alîkariyên PKKyê yên li derveyî welat bi rêya bankan vediguhêzin şaneyên PKKyê yên li bajarên Balikesîr, Stenbol, Amed û Mêrdînê” derbarê 16 kesan de biryara desteserkirinê da.

Polîsan ji bo desteserkirina 16 kesan li 4 bajaran dest bi operasyonê kir û 13 kes desteser kirin.

13 kesên desteserkirî piştî karên îfadewergirtinê şandin dadgehê.

6 kes di pêvajoya dozgeriyê de û 6 kes jî bi biryara dadgehê bi şertên kontrola dadî hatin berdan.

Kesek jî bi biryara dadgehê hat girtin û hêzên ewlehiyê ew bir girtîgehê.

Li aliyên din, operasyonên ji bo desteserkirina 3 kesên din jî berdewam dikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKyê xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.