Xwepêşandan hatibûn kirin: Amerîkayê konsulxaneya xwe girt!

19-10-2023
Nîşan Amerîka Edene Konsulxane Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê piştî xwepêşandanên dijî Îsraîlê yên li Tirkiyeyê, konsulxaneya xwe ya Edeneyê bi awayekî demkî girt.

Piştî êrişa li Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê, li Tirkiyeyê li ber balyozxane û konsulxaneyên Îsraîl û Amerîkayê xwepêşandan hatin kirin.

Li ber Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê û li ber konsulxaneyên Stenbol û Edeneyê yên Amerîkayê jî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî ragihand ku konsulxaneya Edeneyê ji ber xwepêşandanan bi awayê demkî hatiye girtin.

“Tê pêşbînîkirin ku xwepêşandanên mezin bên kirin”

Balyozxaneya Amerîkayê ya Enqereyê da zanîn ku ev konsulxane heta daxuyaniyeke nû nayê vekirin û got:

“Tê pêşbînîkirin ku çend hefteyên bê li tevahiya Tirkiyeyê ji bo bûyerên li Îsraîl û Xezeyê xwepêşandanên mezin bên kirin.

Tevî ku xwepêşandan bi armancên aştyane têne kirin jî dibe ku civîn mezin bibin û tundûtûjî dest pê bike.

Xwepêşandan dê bibin sedema zêdebûna polîsan, girtina rêyan û pirsgirêkên trafîkê.”

Herwiha ji bo karmendên Hikûmeta Amerîkayê hat xwestin ku heta neçar nebin neçin Konsulxaneya Edeneyê.

17ê vê mehê êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Piştî vê êrişê li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst