Demîrtaş li ser îdiaya 'bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên PKKê' bang kir

19-10-2022
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Çekên Kîmyevî PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattin Demirtaş di peyama xwe ya derbarê "Li dijî endamên PKKê çekên kîmyayî hatin bikaranîn" bang kir û got “Ji bo diyarkirina rewşê divê heyeteke serbixwe ya navneteweyî biçe herêmê û lêkolînan bike. Divê şert û mercên vê yekê bên peydekirin.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, diyar kir ku ev îdia bi rêya parêzerên wî ji wî re hatiye ragihandin.

Demîrtaş di derabrê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek belav kir û wiha got:

“Parêzerên min ragihandin ku li ser medyaya civakî dîmenên çekên kîmyewî li dijî endamên PKK'ê tên bikaranîn hene.

Ji bo diyarkirina rewşê divê heyeteke serbixwe ya navneteweyî biçe herêmê û lêkolînan bike. Divê şert û mercên vê yekê bên peydekirin.

Parlamento û muxalefet nikarin li hemberî van dîmenan bêdeng bimînin. Derbaskirina wê bi bêdengiyê pejirandina sûcê ye.

Hinceta wî çi dibe bila bice bikaranîna çekên kîmyewî, li her derê cîhanê sûcekî giran e.

Berpirsê eşkere yê sûcekî bi vî rengî wê desthilatdariya AKP-MHP'ê be ku di polîtîkaya şer de sînoran nas nake.

Bila kes kêliyekê jî ji bîr neke ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye û di sûcê dijî mirovahiyê de demborî tine.

Kesên ku sûcekî wiha bikin, tekez wê li pêşberî dadgeriyeke serbixwe hesabê bidin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a ser bi PKKê ve, di 18ê Cotmeha 2022an de ragihandibû ku 17 gerîlayên wan di êrîşeke bi çekên kîmyevî ya Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst