Hunermendên NÇMê li gruba HDPê sitranên xwe gotin

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) îro 19ê Cotmeha 2021ê beşdarî civîna heftane ya gruba Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya hunera azad berdewam bikin.

Ji hunermendên NÇMê Kadir Çat, Mervan Tan, Engin Cengiz û Devrim Demir piştî axaftina Hevserokê HDPê Mithat Sancar mafê axaftinê wergirtin û bo ku ev derfet avakiriye bo HDPê spas kirin. Herwiha Devrim Evrim bi cil û bergên kurdî beşdar bû beşek ji  sitrana xwe ya bi navê “Tu kî yî” ku hatibû qedexekirin got . Evrim diyar kir ku ev astengî û qedexên tên kirin wan nade rawestandin û dê têkoşîna xwe ya hunera azad bimeşînin.

Herî dawî jî hunermendan ligel Sancar dest bi sitraneke kurdî kirin û temaşevan û parlamenter jî beşdarî gotina sitranê bûn.

Şahiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya bi navê “Berbang” ku Walîtiya Stenbolê destûr dabû ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê bi hinceta “ewlehiya civakê” hate qedexe kirin.

Berî demekê hatibû ragihandin ku dê 16ê Cotmeha 2021ê li Stenbolê şahî bê çêkirin û ji aliyê Walîtiya Stenbolê destûr hatiye dayîn.