Li Deryaya Spî erdhej
Hewlêr (Rûdaw) – Li Deryaya Spî erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û erdhejên paşekî didomin.
Doh jî li parêzgehên Semsûr û Meletiyê 2 erdhejan rû dabû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro saet 06:23yan li Deryaya Spî erdhejek çêbûye.
AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4,2 pile û kûrahiya wê jî 15 kîlometre bûye.