Bahçelî ji bo Tanrikulu: Divê parlamenteriya wî bê hilweşandin

19-09-2023
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Sezgin Tanrıkulu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu kir armanc û got, “Divê parlamenteriya wî bê hilweşandin.”

Serokê Partiya Tevgera  Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî îro piştî civîna Meclîsa Rêveberiya Navendî ya partiya xwe, civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Bahçelî di axaftina xwe de ji ber çend gotinên wî yên derbarê tawanên Artêşa Tirkiyeyê yên li Bakurê Kurdistanê de, Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu kir armanc û got:

“Cihê kesên bêwelat li parlamentoyê nîne. Dayîna mûçe ji xezîneyê ji bo wî tawanbarî ku berdevkê PKKyê ye, skandal û guneh e.

Ew pere ji wî re heram e. Divê mekanîzmaya hiquqê bêyî kêmasî kar bike û parlamenteriya wî were hilweşandin. Divê rêyên dadgehê jî heta dawiyê bên vekirin.”

Bahçelî li ser doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî rexne li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê girt û got:

“Binêrin doza girtinê ya HDPyê hîn jî li ber lingan e. Ev rewş neheqî, bêhiquqî û bêrêziya li hemberî miletê Tirk e. Rêya Dadgeha Destûra Bingehîn ne rê ye, qet ne li aliyê dadwerî û hebûna niştîmanî ye.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst