ENQERE - Bi hinceta PKKyê biryara desteserkirina 9 kesan hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi hinceta “endamtiya PKKyê” derbarê 9 kesan de biryara desteserkirinê da.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser biryara desteserkirinê daxuyaniyek belav kir.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di daxuyaniyê wiha got:

“Di çarçoveya lêpirsînên Şaxa Lêpirsînê ya Tawanên Terorê de derbarê 9 kesên ku hatin tespîtkirin li ser navê PKK/KCK/YPG/PYDyê çalakiyan dikin biryara desteserkirinê hat dayîn.”

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Enqereyê di çarçoveya biryara serdozgeriyê de îro sibehê li Enqereyê dest bi operasyonê kir.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.