Li Taxa Nîşanca li ser gumanê tîmên polîs otomobîlek rawestandine û dema polîsan xwestine nasnameyan kontrol bikin teqe li polîsan hatiye kirin.
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Fatîhê ya Stenbolê teqe li polîsan hat kirin û 2 polîs birîndar bûn.
Li gor medyaya Tirkiyê, li Taxa Nîşanca li ser gumanê tîmên polîs otomobîlek rawestandine û dema polîsan xwestine nasnameyan kontrol bikin teqe li polîsan hatiye kirin.
Hatiye ragihandin ku êrîşker reviyane û 2 polîs jî birîndar bûne. Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirûstiyê bo cihê bûyerê hatin şandin û polîsên birîndar bi ambûlansê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Stenbolê hatin veguhestin.
Tê gotin ku bo girtina êrîşkeran polîsan dest bi kar û xebatan kirine û tîmên taybet li navçeyê tedbîrên ewlekariyê wergirtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse