Davutoglu: Partiya Pêşerojê di heman demê de partiya Kurd e

Hewlêr (Rdûaw) - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu got “Ez pir dixwazim hînî kurdî bibim. Bi qasî ku min dixwest nebû. Şahzade Charles fêrî Wêlsî dibe. Ew ji profesorekî cudaxwaz fêrî Wêlsî dibe. De were vê yekê ji Bahçelî re vebêje.” Herwiha Davutoglu got “Partiya Pêşerojê di heman demê de partiya Kurd e.”

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê axivî.

Li navçeya Sultanbeyliyê ya ku bi piranî Kurd lê dijîn û AK Partî lê bi hêz e derket ser dikê bi Kurdî “Ser seran ser çavan” dest bi axavtina xwe kir.

Davutoglu nav neda û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan qest kir û got “Em ne ji wan kesên ku bi gustîrikekê derketine rê û bûne xwedî serwetin. Em ne ji wan kesên ku bi keştiyan serwetê kom dikinin lê em yên ku keştiyan dişewitînin.”

Davutoglu diyar kir ku ew ji siberoja Maseya Şeşan ne bi nîgeranin û wiha axivî “Çûna heta nîvê çemekî giring e , gava ku hûn gihîştin nîvî û rîska vegere, ji rîska gihîştina gihîştina hember zêdetir bû wê gavê veger nêpêkan dibe. Zirara ji xetera hilweşîna Maseya Şeşan dê ji zirara gengaz a ji berdewambûnê mezintir be.”

Davutoglu der barê gotegotên ku dê di pêvajoya hilbijartinê da qeydên deng ên der barê Maseya Şeşan de bên weşandin jî wiha got, "Kî qeyda deng bigire û wek şantajeke siyasî bi kar bîne, ev rêbaza neo FETO ye."

“Ez pir dixwazim hînî kurdî bibim”

Serokê Partiya Pêşerojê Dacutoglu qedexeyên li ser Kurdî rexne kir û dibêje “Ez 12 Îmaman ji ber dijmêrim. Duaya Niyazê dizanim. Hûn dê mijara ku pê re eleqedar dibin divê bizanibin. Gotina 'Ez ji Elewiyan bêhtir ji Elî hez dikim' ti wateya xwe nîne. Ez pir dixwazim hînî kurdî bibim. Bi qasî ku min dixwest nebû. Şahzade Charles fêrî Wêlsî dibe. Ew ji profesorekî cudaxwaz fêrî Wêlsî dibe. De were vê yekê ji Bahçelî re vebêje.”

Davutoglu derbarê bûyerên ku di navbera 7ê Hezîran û 1ê Mijdarê de dema qedexeya derketina derve de li navçeyên wek Sûr, Cizîr û Nisêbînê got “Min di warê qanûnên dewleta hiqûqa demokratîk de tu carî tawîz nedaye. Di dema min de ti qeyûm nehatin danîn. Di dema min de Kurdî nehat qedexekirin. Hûn zen dikin ku vana wê yekê nedixwestin?”

“Partiya Pêşerojê di heman demê de partiya Kurd e”

Davutoglu amaje bi yekê kir piştî ku dest ji serokwezîrtiyê kişandiye di 14ê Tîrmeha 2016an de rojek berî 15ê Tîrmehê, derxistina qanûna zirxa parastinê ji bo leşkeran tê wateya ku feraseta dewletê ya ewlehiyê hatiye guhertin.

Herwiha Davutoglu anî zimam weke ku HDPê bi xwe jî diyar kiribû ew ne li ser Maseya Şeşan e û got ku kesê ku bibe berbijêrê serokkomariyê divê here cem Kurd, Elewî û alîgirên MHPê jî.

Davutoglu diyar kir ku ew jî bi qasî Mîthat Sancar Kurdan temsîl dike wiha berdewam kir “Partiya Pêşerojê di heman demê de partiya Kurd e, Partiya Elewî ye, Partiya Tirk e. Ez yekî Tirk im, ez dê mafê Kurdan biparêzim. Yekane siyasetmedarê ku çûye Navenda Giştî ya HDPê ez im. Hem jî wek serokwezîr. Ez qet berê neketin. Lê ji ber ku guh nedan tiştên ku min got, ji ber ku piştgiriyê dan banga têkoşîna bi çekan a PKKê, min di 23ê Temûzê de têkoşîna li dijî terorê da destpêkirin. Ez serokwezîrekî 40 rojî bûm. Min li serokwezîriyê pêşwazî li Demirtaş û Buldan kir. Wê demê Birêz Tayîp û hevalên wê got eman. Min got `eger di pêvajoya çareseriyê de muxatab bin, ez dê bibînin ewê çi bikin, ez dê helwesta xwe werbigrim.` Eger di Pêvajoya Çareseriyê de rast tevbigeriyana dê gelek tişt bihatana guhertin. Dema ku ew xelet tevbigerin ez ê têkoşîna dijwar bikim. Di dema têkoşînê de jî  ez behsa têkoşîneke di çarçoveya rêgezên hiqûqa demokratîk de dikim. Li ser axaftina bi HDPê re rezerva min û partiya min nîne. ”