Tirkiye di rêjaya mirina karkeran de li cîhanê di rêza çaremîn de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye di rêjeya mirina karkeran de li ser asta cîhanê piştî welatên Tongo, Trinidad û Tobago di rêza çaremîn de ye.

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî û Rêxistina Kar a Navdewletî (ILO), Rapora Çavdêriya Gerdûnî ya derbarê mirina karkeran di dema kar de eşkere kirin.

Li gor raporê Tirkiye di rêjeya canjidestdana karkeran de di nav 183 welatan de di rêza çaremîn de cih digire. Tirkiye piştî welatên Tongo, Trinidad û Tobago di rêza çaremîn de ye.

Li gor raporê, li cîhanê salane nêzîkî 2 milyon kes bi sedemên girêdayî kar canê xwe ji dest didin. Ji 2 milyon kesan 750 hezar ji ber demjimêrên dirêj dixebitin canê xwe ji dest didin.

Herwiha 450 hezar kes ji ber nexweşiya pişikê, 400 hezar kes nexweşiyên mejî, şekir û zext û 350 hezar kes jî ji ber nexweşiya dil canê xwe ji dest didin.

Li rapora Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî, Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2000an de 22 hezar 110, di 2010ê de 23 hezar û 255 û di 2016ê de 22 hezar 438 karkeran canê xwe ji dest dane.

Rêjeya karkerên 15 sal û mezintir ku di sala 2000an de canê xwe ji dest dane di nav 100 hezaran de 50.4 bûye. Heman rêje di sala 2010an de 44 û di sala 2016an de 37.6 bûye.

Rêjeya karkerên ji hemû temenan ku di sala 2000an de canê xwe ji dest dane di nav 100 hezaran de 35, di 2010an de 32.2 û di 2016ê de 28.1 bûye.

Li gor raporê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2000an de milyonek û 136 hezar û 939 karker ji ber sedemên kar kêmendam bûne, di 2010an de milyonek û 83 hezar û 95 karker û di 2016an de jî milyonek û 10 hezar û 594 karker kêmendam bûne.