Tirkiye proseya lêgerîna çavkaniyên enerjiyê li Derya Spî dirêj kir
Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê biryara dirêjkirina dema proseya gerana li pey çavkaniyên enerjiyê li Derya Spî bo meheke din dirêj dike. Enqerê berî niha keştiya Oruç Reîs vekişandibû.
Li gor medyaya Tirkiyê, hikûmeta Tirkiyê vê carê biryar daye bi rêya keştiyên Barbaros Hayrettîn Paşa li beşa rojhilatê Derya Spî dest bi çalakiyan bike.
Biryara Tirkiyê ji 18ê Îlonê destpê kir û dê heya 18 Cotmehê berdewam be, herweha du keştiyên din di proseyê de beşdar dibin.
Yunan û Qubrisa Başûr, Tirkiyê bi wê yekê tometbar dikin ku di sînorê wan yê avî de, dest bi çalakiyên gerana li dûv çavkaniyên sirûştî dike.
Lê Tirkiyê vê yekê red dike û dibêje, ew di sînorê Tirkiyê û sînorê deryayî yê Qibrisa Bakur de çalakiyan encam didin û ti binpêkariyek nekirine.
Ev yek jî bû sedema ku aloziyên di navbera Yunan û Tirkiyê de zêdetir bibin. Yekîtiya Ewropayê jî hişyarî daye Tirkiyê, eger li ser van karan berdewam be û aloziyan çêbike, ewê cezayê hemecor li ser Tirkiyê bisepîne.
Tirkiyê roja 13ê vê mehê keştiya Orur Reîs ku li Derya Spî xebatên lêgerîna çavkaniyên enerjiyê birêve dibir, piştî zêdebûna aloziyên li gel Yunanê û nerazîbûna welatên din ên navçeyê bi hinceta "nûjenkirinê" vekişandibû Bendera Antalyayê.