Li Izmîr û Çanakkaleyê 309 koçber hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Dikili, Çeşme, Foça û Urla yên Izmirê 234 koçberên neyasayî hatin girtin ku dixwestin bi rêyên qeçax ji Tirkiyê derkevin. Li navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê jî 75 koçber ji aliyê hêzên Ewlekariya Peravan ve hatin girtin ku hewl didan bi belemeke lastîkî derbasî Grava Lesvos a Yunanê bibin.
Li gor agahiyan, piştî wergirtina hinek zanyariyan ku grûpek koçber li peravên Urlayê ne, tîmên Ewlekariya Peravan ketin tevgerê û belemeke lastîkî rawestandin. Di nav belemê de 28 koçbewrên Iraqî, 12 Sûriyeyî, 9 Erître, 8 Somalî, 7 Afrîqaya Navîn, 2 Misrî û 2 Filistînî hatin girtin.
Li peravên Dikili jî 38 koçberên Afganî û 50 Sûriyeyî di nav belemeke lastîkî de hatin girtin. Li peravên navçeya Çeşmeyê jî 35 koçberên Sûriyeyî û 4 Filistînî hatin girtin. Herwiha li Foçayê jî 30 Sûriyeyî û 9 koçberên Filistînî ji aliyê tîmên Ewlekariya Peravan ve hatin girtin. Bi giştî 234 koçber radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Bajêr hatin kirin.
Li navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê jî di du operasyonên cuda de 75 koçberên neyasayî yên Efxganî ji aliyê tîmên Ewlekariya Peravan ve hatin girtin ku hewl didan derbasî Grava Lesvos a Yunanê bibin. Piştî bidawîbûna karûbarên yasayî, koçberên girtî radestî Navenda Paşdevegerandina Biyaniyan a Ayvacikê hatin kirin.