Li Izmîr û Çanakkaleyê 309 koçber hatin girtin

19-09-2019
RÛDAW
Nîşan Koçber Îzmîr Çanakkale
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Dikili, Çeşme, Foça û Urla yên Izmirê 234 koçberên neyasayî hatin girtin ku dixwestin bi ‎rêyên qeçax ji Tirkiyê derkevin. Li navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê jî 75 koçber ji aliyê hêzên Ewlekariya ‎Peravan ve hatin girtin ku hewl didan bi belemeke lastîkî derbasî Grava Lesvos a Yunanê bibin.‎

Li gor agahiyan, piştî wergirtina hinek zanyariyan ku grûpek koçber li peravên Urlayê ne, tîmên ‎Ewlekariya Peravan ketin tevgerê û belemeke lastîkî rawestandin. Di nav belemê de 28 koçbewrên ‎Iraqî, 12 Sûriyeyî, 9 Erître, 8 Somalî, 7 Afrîqaya Navîn, 2 Misrî û 2 Filistînî hatin girtin.‎

Li peravên Dikili jî 38 koçberên Afganî û 50 Sûriyeyî di nav belemeke lastîkî de hatin girtin. Li peravên ‎navçeya Çeşmeyê jî 35 koçberên Sûriyeyî û 4 Filistînî hatin girtin. Herwiha li Foçayê jî 30 Sûriyeyî û 9 ‎koçberên Filistînî ji aliyê tîmên Ewlekariya Peravan ve hatin girtin. Bi giştî 234 koçber radestî Rêveberiya ‎Îdareya Koçê ya Bajêr hatin kirin.‎

Li navçeya Ayvacikê ya Çanakkaleyê jî di du operasyonên cuda de 75 koçberên neyasayî yên Efxganî ji ‎aliyê tîmên Ewlekariya Peravan ve hatin girtin ku hewl didan derbasî Grava Lesvos a Yunanê bibin. Piştî ‎bidawîbûna karûbarên yasayî, koçberên girtî radestî Navenda Paşdevegerandina Biyaniyan a Ayvacikê ‎hatin kirin. ‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst