Bekir Bozdag: Referanduma ku Tirkiye tehdîd dike bersiva wê dê hebe

Navenda Nûçeyan – Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag derbarê giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de got, "Tirkiye îznê nade ku li bakurê Iraqê rewşeke 'min kir û çêbû' biqewime. Dinya jî rabû ser piyan û em jî rabûn ser piyan”


Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag li Merasima Vebûna Sala Akademîk a Zanîngeha Bozokê axivî û got: “Tirkiye hemû hedîseyên li herêma xwe ji ber ewlekariya xwe û ya hemû gelên li herêmê, dişopîne û herwisa dê vê bidomîne.”


Derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ya 25ê vê mehê de bê encamdan wiha got: “Li Iraqê nîqaşên referandumê hene. Li bakurê Iraqê ku rêveberiya herêmî lê ye, li ciyê ku rêveberiya navendî lê ye, bûyerên ku rû didin, bi qasî ku ewlekariya Yozgata me, Enqereya me, me eleqedar dike, ev yek jî ewqasî me eleqedar dike.”


Bekir Bozdag di berdewamiya axaftina xwe de wiha ragihand:


"Tirkiye îznê nade ku li bakurê Iraqê rewşeke 'min kir û çêbû' biqewime. Dinya jî rabû ser piyan û em jî rabûn ser piyan. Ereb dijî vê yekê ne, tirkmen dijî vê yekê ne. Ereb û tirkmenan daynin aliyekî, kurdên li herêmê jî dijî vê yekê ne. Tirkiyeyê heya niha alîkariya Rêverberiya Herêmî ya Iraqê kir, ji niha şûnda jî heger tiştên niyetqenc bibin, dê alîkariya xwe bidomîne. Lê belê heger ligel van hemû hişyariyan vê referanduma ku ewlekariya Tirkiye û herêmê tehdîd dike, bike helbet bersiveke vê yekê dê hebe.”