Çavuşoglu: Em amade ne garantoriya mafên kurdan bikin
Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ku eger rêveberiya Herêma Kurdistanê dest ji biryara giştpirsiyê berde, ew amade ne ji bo garantîkirina mafên wan ên destûrî alîkar bin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvînekê de ji rojnameya Al-Monitor re got: “Ji bo navbenykariya di navbera Hewlêr û Bexdayê de Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî dikare rol werbigre.”
Çavuşoglu dubare kir, ku Tirkiye li dijî encamdana giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ye û diyar kir: “Ev referandûm dê maf û seqamgiriyê nede kurdên Iraqê. Dikare bibe sedema şerê navxweyî û aloziyan. Lewma mijareke pir hestiyar e. Me ji rêveberiya Herêma Kurdistanê xwest ku vê pêvajoyê rawestînin. Eger pirsgirêk mafên wan ên destûrî be, em dikarin ji bo garantîkirina van mafan alîkar bibin. Me ev peyam gihande Bexdayê jî.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekez kir, ku eger qebûl bikin, Tirkiye û welatên din jî dikarin ji bo wergirtina mafên kurdan bibin garantor.
Li ser pirsa derbarê helwesta Tirkiyê ya li hember giştprisiyê de Mevlut Çavuşoglu got: “Ti pirsgirêkên me li gel kurdên li Sûriye û Iraqê nînin. Pirsgirêka me bi PKK û YPGê re heye. Lê referandûm mijareke cidî ye û xeletiyeke mezin e. Civaka navdewletî piştgirî nade referandûmê, ji ber ku dê aramî û seqamgiriya Iraqê têk bide.”
Çavuşoglu bibîr xist, ku hejmareke zêde ya şîrket û karsazên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê kar dikin û da xuyand, ku piştî nemana DAIŞê ew dixwazin di jinûve avakirina Iraqê de rol bigrin.