TIKRIYE - Dawî li girtinan nayê: 4 hezar û 491 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dawî li girtina mirovan nayê û di 5 rojên dawî de 4 hezar û 491 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 5 rojên dawî de li dijî kesên ku lêgerîna wan heye operasyonên "Çember-21"ê hatin kirin.

Li gor daxuyaniya ku Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir di operasyonê de 4 hezar û 491 kesên ku derheqê wan qeyda lêgerînê hebûn, hatin desteserkirin.

Ji girtiyan 690 ji ber diziyê, 291 ji ber sextekariyê, 130 ji ber talanê, 118 ji ber kuştina mirovan, 128 ji ber sûcê destdirêjiyê, 860 ji ber sûcên narkotîk, 26 “ji ber sûcên terorê”, 400 ji ber sûcên qaçaxcîtî û organîze û hezar û 848 kes ji ber sûcên din lêgerîna wan hebû.