Dîlan Polat tê berdan!

10 demjimêr berê
Nîşan Dîlan Polat Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgehê biryar da ku Dîlan Polat were berdan.

Fenomena medyaya civakî Dîlan Polat, Çiriya Paşîn a 2023yan bi tohmeta spîkirina pereyan hatibû girtin.

Li gorî agahiyan, dadgehê îro biryar da ku Dîlan Polat were berdan.

Li gorî biryarê, dê Dîlan ji girtîgehê derkeve lê dê darizandina wê berdewam bike.

Tê pêşbînîkirin ku Dîlan Polat îro ji girtîgehê derkeve.

Operasyona ku Polat tê de hatibû girtin, wekî “yek ji operasyonên herî mezin ên spîkirina pereyan” hatibû nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst