Girtiyê Kurd piştî 31 salan hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Girtiyê Kurd Alî Riza Erdem piştî 31 salan ji girtîgeha Tekîrdagê hat berdan.

Alî Riza Erdem sala 1993yan li Enqereyê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi hinceta ku “Yekitî û yekparebûna dewletê xera dike” cezayê girtîgehê yê hetahetayê lê hat birîn.

Erdem maweyê 31 salan li girtîgehên cuda ma. Dema 22 salî bû ket girtîgehê û niha 52 salî ye.

Alî Riza Erdem piştî 31 salan ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Tekîrdagê hat berdan.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), malbata Erdem û birevebirên MATUHAY-DERê ew pêşwazî kir.

“Derketina me dê bibe destpêkek”

Erdem li ber girtîgehê daxuyaniyeke kurt da û wiha got:

“Em çawa ketibin hundir, em dê wisa jî derkevin derve.

Pêvajo berdewam dike. Ketina me bû destpêkek, dê derketina me jî bibe destpêkek.

Em dê ji cihê lê mayî berdewam bikin. Ez ji vir silavan li her kesî dikim.”