Li Stenbolê êriş: Kesek hat kuştin, 2 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê bi çekan êrişî otomobîlê hat kirin, kesek hat kuştin û 2 kes jî hatin birîndarkirin.

Li gorî agahiyan, bûyerê li Taxa Hamidiyeyê rû da.

Kesek an jî hinek kesên ku nasnameyên wan hîn ne diyar in bi çekan êrişî otomobîla bi plakaya “34 FDN 313” kir ku li kêleka rê rawestiyabû.

Di vê êrişê de kesekî ji Filistînê hat kuştin, 2 kes jî hatin birîndarkirin.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyê.