Rapbêjê Kurd ji ber klîpeke xwe hat desteserkirin

19-08-2023
RÛDAW
Nîşan Heijan Desteserkirin Rapbêj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rapbêjê Kurd Dogan Tarda li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê hat desteserkirin.

Rapbêj Dogan Tarda yê ku wek “Heijan” jî tê naskirin û 3 kesên din bi hinceta ku wan di klîpeke xwe de “piştevaniya rêxistinê organîze” kiriye hatin destserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê ragihand ku di heqê rapbêjê Wanî Dogan Tarda û 3 kesên din de, ji ber ku klîpa wî ya bi navê “Aynen” lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê ragihand ku tîmên wan ên Şaxa Rûbirûbûna Tawanên Organîze di çarçoveya lêpirsînê de 18ê Tebaxê li dijî rapbêjê Wanî Heîjan û 3 kesên din operasyonek daye destpêkirin.

Rêveberiyê ew bi hinceta ku “di medyaya civakî û sektora muzîkê de li ser navê rêxistinê stranan çêdikin û van stranan û endamên rêxistinê bi berdewamî parve dikin û wan stranan dikin sembolên rêxistinê” desteser kirine.

Rêveberiyê herwiha îdia kir ku wan bi stranên xwe li ser tora civakî piştgirî daye “rêxistinê”.

Herwiha ragihan d ku lêkolîna li ser wan bi hinceta “pesindana jiyana îlegal, tawan û tawanbar” hatiye destpêkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê di daxuyaniya xwe ya li ser desteserkirina rapbêjê Kurd û 3 kesên din got:

“Di çarçoveya lêkolînê de tîmên Rêveberiya Şaxa Rûbirûbûna Tawanên Organîze dest bi xebatan kir.

Dogan Tarda (Heijan), Mucahît Dogan û 2 gumanbarên din ên bi navên S.I. û Ş.T. hatin desteserkirin.

Di lêgerînên li malên wan de çekeke ku morikan diavêje hat bidestxistin ku dişibe keleşnîkofan.

Kesên desteserkirî ji bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê hatine birin û karûbarên yasayî berdewam in.”

Di klîpa “Aynen” a rapbêj Heijan de ku bûye sedema destserkirina wî, zarokek û çend kes li kolanan derdikevin ku keleşnîkof di destê wan de ye.

“Kravat ji çekê metirsîdartir e”

Di çend gotinên wê stranê de behsa tawanên kuştinê dike û dibêje, “Kravat ji çekê metirsîdartir e û em xirab in.”

Heijanê ku navê wî yê rast Dogan Tarda ye sala 1994an li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Heijan ev demek e li Stenbolê dijî û di bernameyeke televîzyonî de eşkere kiribû ku nasnavê wî Heijan tê wateya Jehra Asayî.

Tarda piraniya stranên xwe yên rap bi zimanê Tirkî dibêje û hinek caran jî bi Kurdî.

Ew bi stranên xwe yên “Yansin Geceler” û "Semt Oturuşu" hat naskirin.

Heijan 1ê Kanûna Paşîn a 2017an di operasyoneke tîmên rûbirûbûna madeyên hişbir de jî hatibû desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst