Erdogan: Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir bavêjin

19-08-2022
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Tirkiye Erdogan Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê rewşa Sûriyê û lihevkirina bi hikûmeta Şamê re ragihand, “têkbirin an têknebirina Esed ji bona me pirsgirêk nîne” û got, “Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir bavêjin.”

Recep Tayyip Erdogan îro Înê 19ê Tebaxê di vegera ji Ukraynayê de ji rojmavenan re axivî û behsa rewşa Sûriyê û egera têkiliyên bi hikûmeta Sûriyê re kir û ragihand, “Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir bavêjin. Gava em van gavan bavêjin li vê erdnîgariya ku cînarên me cîhana Îslamê ye em dê gelek lîstikan xerab bikin.”

Serokkomarê Tirkiyê careke din îdia kir, ku çavê Tirkiyê li axa Sûriyê nîne û got, “Çavê me li axa Sûriyê nîne. Gelê Sûriyê xwîşk û birayên me ne. Yekîtiya axa wan ji bo me girîng e. Divê rejim vê yekê fêm bike.”

Erdogan amaje bi daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ya derbarê pêwîstiya lihevkirina opozisyon û hikûmeta Sûriyê kir û destnîşan kir, rejîma Sûriyê “çareseriyeke leşkerî” ji bo rewşa heyî dixwaze lê belê herî dawî ji rewşa Sûriyê re çareseriya siyasî hewce ye.

Erdogan wiha got, “Divê opozisyon û rejîm li Sûriyê li hev bikin. Em radigihînin ku rejîm çareseriya leşkerî dixwaze, lê çareseriyê dawiyê çareseriya siyasî ye. Her çend pêvajoya Astana û Cenevreyê weke pêwîstiya vê sozê weke mînak hatin nîşandan jî, dema ku Wezîrê Karên Derve daxuyaniya xwe ya li ser vê mijarê dubare kir, bi taybetî nêrîna ku li Tirkiyê derket holê, ku Tirkiye nikare Esed têk bibe û niha ji bo peymanê zemînê amade dike, nêrînek li dem opozisyonê jî çê bû. Em hem dixwazin rewşa dawî ya li Sûriyeyê hîn bibin û hem jî em dixwazin ku hûn nêrîna muxalefetê binirxînin.”

Erdogan ji ber piştgiriya wan a bo hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bi piştgiriya terorê tohmetbar kir û got, “Di serî da Amerîka û hêzên koalîsyonê li Sûriyeyê terorê xwedî dikin û hê jî dikin.”

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst