Suleyman Soylu: Heta niha Tirkiyê mafê welatîbûnê daye 211 hezar Sûriyan

19-08-2022
RÛDAW
Nîşan Suleyman Soylu Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu roja Pêncşemê di bernameyake televizyonî ya welatê xwe de got, wan heta niha mafê welatîbûna Tirkiyê dane 211 hezar Sûriyan. Ji vê hejmarê 120 hezar kes dikarin di hilbijartinan de deng bidin.

Soylu diyar kir ew amadekariyê wê yekê jî dikin ku 1 milyon Sûriyan di nava ewlakariyê de vegerînin welatê wan.

Soylu dibêje di sala 2011an dema xwepêşandanên navxwe yên Sûriyê dest pê kirin û koçberên ji Sûriyê hatin Tirkiyê wan bawer nedikir ku rewş evqasî dirêj bike.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê her wiha ragihand ku wan li beramberî xelkê Sûriyê erkê xwe yê mirovahî, cîrantî bi cî kirine û êdî bê guman divê ew vegerin welatê xwe.

Suleyman Soylu destnîşan kir wan biryar nedaye ku ew dê li deverên dibin destê PYDê de ne werin bicî kirin yan jî li deverên ku Hikûmeta Sûriyê lê ye wê werin bi cî kirin, ev pêvajoyeke danûstandinê ye, wê di encamê de zelal bibe ka wê li ku werin bicî kirin.

Li Tirkiyê 3 milyon û 650 welatiyên Sûriyê hene. 1 milyon 400 hezar ji wan îqame wergirtine. Heta niha 517 hezar Sûrî bi dilê xwe vegeriyane welatê xwe. Soylu dibêje wan perwerdeya tevlîhevbûnê (adaptasyonê) daye 1 milyon 20 hezar kesî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst