Ahmet Davutoglu li dijî biryara dûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê derket

19-08-2019
RÛDAW
Nîşan Ahmet Davutoglu Tirkiye Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Amed Wan Mêrdîn HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu biryara hikûmeta Tirkiyê ya ji bo dûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdîn kiryareke li dijî demokrasiyê bi nav kir û got: “Divê yên bi hilbijartinê hatine, bi heman awayî bi hilbijartinan biçin.”

 

Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê twîtterê li hemberî biryara danûna qeyûman ji bo şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da.

 

Davutoglu biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrxistina hersê şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê wek kiryareke dijî demokrasiya wî welatî bi nav dike û dibêje: “Şaredarê bajarên Ame. Wan û Mêrdinê ku ew heyameke nêzîk e hatine hilbijartin, dûrxistina wan a bi sedema tasarufa îdarî li dijî giyanê sistema demokrasiyê ye.”

 

Serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê herwiha tekez dike ku eger beşdarkirina namzedan ne yasayî be pêwîst e Desteya Bilind a Hilbijartinan pêştir lêkolîn û nirxandinên xwe bikin.

 

Davutoglu herwiha got: “Tiştê sereke mafê dengdan û hilbijartinê ye. Ev biryar çawa li dijî aştiya civake ye di heman demê de dê zerarê bide têkoşîna li dijî terorê jî. Tekoşîna siyasî ya herî bi bandor li hemberî terorê, ne kêkirina nûnertiya demokratîk e, divê tu bikevî nav dilê gel û serbikevî.”

 

Îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrixstina şaredariyên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan waliyên wan parêzgehan bo birêvebirina karûbarên şaredariyan hatin erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst