Abdullah Gul li ser dûrxistina şaredarên HDPê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê pêştir ê Tirkiyê, Abdullah Gul li hember biryara danûna qeyûman ji bo şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê nerazîbûn nîşan da.

 

Abdullah Gul li ser hesabê xwe yê twîtterê li hember biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrxistina şaredariyên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê bertek nîşan da.

 

Gul dibêje, ew biryara Wzeareta Navxwe ya Tirkiyê ji bo demokrasiyaTirkiyê nebaş e.

 

Gul ragihand: “Ew şaredarên ku hêj nû hatine hilbijartin, dûrxistian wan a bi vî awayî ji bo demokrasiya me karekî nebaş e.”


Îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, serokên şaredariyên hersê bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan waliyên wan parêzgehan hatin erkdarkirin.