Welatî li ser endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê çi difikirin?

Stenbol (Rûdaw) - Tirkiye di van demên dawî de bi taybetî piştî ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li lûtkeya NATOyê endamtiya Swêdê pesend kir û şûnde niha hewl dide peywendiyên xwe li gel Ewropayê asayî bike.

Serokkomarê Tirkiyê li hember pesendkirina endamtiya Swêdê ji welatên Ewropayê daxwaz dike ku deriyê Yekitiya Ewropayê bo Tirkiyê vekin. Lê di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de bawerî nîne ku hikûmeta Ak Partiyê standartên Ewropayê bicih bîne.

Herwiha li gel ku beşek zêde welatî dixwazin Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê jî, hejmarek zêde bawer nakin ku Tirkiye bibe endamê Ewropayê. Li gorî mixalefet û beşekî civakê ji bo Tirkiye bibe endamê Ewropayê lazim e demokrasiye bicih bike, girtiyên siyasî berde û pirsa Kurd çareser bike.

Piştî lûtkeya NATOyê endamtiya Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê car din hat rojevê.

Piştî hewla derbeyê ev 7 sal in peywendiyên Tirkiyê bi Ewropayê re têk çûbû. Tirkiye ev 52 sal in li ber deriyê Yekitiya Ewropayê ye.

Welatî li ser pirsa “Tu bawer dikî ku Tirkiye bibe endamê Ewropayê?” çi difikirin?

Xebatkar Batuhan Kizgin got “Ez bi xwe bawer nakim ku Tirkiye bibe endamê Ewropayê. Rewşa me li holê ye. Qîmeta pereye me nemaye. Em ji bo pakêtek cixare bistînin desteyek pere didin. Her roj zem tê ser benzin û mazotê. Di sersalê de malzemeyê ku min bi 10 lireyan distand niha bûye hezar lire. Ji loma jî em bibin endam jî wê zêde tişt neguhere.”

Jineke malnişîn a bi navê Meral dibêje “Tirkiye nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Ji ber ku li Tirkiyê edalet tune ye. Lê helbet ez dixwazim bibe endam. Ez hêvî dikim ku wê rojek bibe endam.”

Esnaf Melih Dikici diyar kir “Ger em tevlî Ewropayê bibin wê ji bo gel baş bibe, jiyan hêsan bibe. Li gorî fikra min em pir li pêşiya Ewropayê ne. Ew yasa jî Ewropa nahêle em bicih bikin. Jixwe em di warê yasayan de li pêşiya Ewropayê ne û em ew bicih dikin.”

Proseya mizakereyên bi Ewropayê ev 7 sal in defacto hatine rawestandin. Piştî erdhejên 6ê Sibatê peywendiyên Tirkiye û Ewropayê nerm bûbûn.

Malnişîn Ahmet Ertekin anî ziman “Niha nifûsa welatê me 85 milyon e. Kesên ji derve hatine jî em lê zêde bikin dike 100 milyon kes. Ger em tevli Ewropayê bibin wê piştî Fransa û Almanyayê em ê bibin xwedî gotin û biryar. Ev jî li gorî berjewendiya Ewropayê nîne. Ez nizanim gotinên rayedarên me bes gotin in an rast in.”

Xebatkarê bi navê Yusuf diyar kir“Ez dixwazim ku Tirkiye tevli Ewropayê bibe. Lewra wê deme çûnûhatina me ya bo welatên din hêsan û erzan bibe, pirsgirêka vîzeyê çareser bibe. Wê ji bo ciwanan bi avantaj be. Ez dixwazim mesela bi erzanî biçim Îtalya û welatên din. Ev mafê min e ku ez karibim serdana welatên din bikim.”

Tirkiye ji Ewropayê daxwaza serbestiyeta vîze û nûjenkirina yekîtiya gumrikê dike. Enqere ji 72 krîteran 6 krîterên girêdayî pirsa Kurd bicih nayne û biryarên Dadgeha Dafên mirovan a Ewropayê bicih nake.Pirsa hebûna penaberên Sûrî li Tirkiyê jî yek ji babetên sereke ne.